ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 11 Gulan 2024
  • Rojev
 
*Ji Komîteya Perwerdeyê ya Kampa Berxwedanê Nîhal Îsa têkildarî "Pirtûkxaneya Rêber Apo" ya li Şehbayê da zanîn ku ji bo pêşxistina fikir û ramanên gel û ji bo xurtkirina çanda xwendinê wan ev pirtûkxane gelekî girîng e û wiha got:"Bi vî awayî me xwest di nava Kampa Berxwedanê de çanda xwendinê zêdetir pêş bixin û bi riya vê xwendinê pirsgirêkên heyî bi hêza aqil were çareserkirin lê belê divê em ji bîr nekin ku bi alîkariya şêniyên kampê ev pirtûkxane hat vekirin." DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Încî Hekîmoglu der barê binpêkirinên mafan ên li hember çapemeniya azad axivî û got: “Li hember çapemeniya Kurd binpêkirinên mafan ên bi xof tên jiyîn. Yên li dijî vê bêdeng dimînin jî hevkarê vî sûcî ne. Divê rojnamegerên Kurd di rojeva her kesî de bin.” DÎMEN HEYE
 
*Jin der barê zêdebûna qetilkirina jinan de axivîn û balkişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê. Jinan diyar kir ku dewlet di vê mijarê de gavên şênber navêje û gotin wê li dijî tundî, destdirêjî û qetilkirina jinan li kolanan têkoşîna xwe bidomînin. DÎMEN HEYE
 
*Jinan bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurd nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku zimanê dayikê nasnameya gel e û gotin ji bo ziman di qada cemawerî de fermî bibe divê zêdetir têkoşîn bê dayîn.
 
*Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan da zanîn ku ji sedî 48 a dahatuya şaredariyê ya salane di sê mehên dawî de derbasî hesab bûye û got du wesayîtên aydê şaredariyê jî ji Miftitiya navçeyê re hatiye tahsîskirin. DÎMEN HEYE
 
*Ev çîroka jinek Afgan e; Shahîra Delavarzade bi gelek xeyalan mezin bû lê bi kabusa ku Talîban anî welatê wê, bi xeyal û hedefên xwe re koçî welatekî din kir.