ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 17 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Kîbar Kose da zanîn ku dema dibistana navîn dixwend di xaniyê Sakîne Cansiz de bi kirê diman û vê pêvajoyê gelek tişt ji Sakîneyê fêr kiriye. Kîbarê got piştre Sakîne bi xebatên siyasî bi taybet jî ji bo jinan bûye mînak û wiha vegot: “Fikr û pratîkên wê pir girîg in.” BI DÎMEN
 
*Li Afganîstanê, piştî ku Talîban di 2021’ê de desthilatdarî girt, mafê zarokan yekcar hat binpêkirin. Polîtîkayên tund yên rêveberiya Talîban, bi taybet mafê perwerda zarokên keç asteng kir. (DOSYA) 
 
*Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan têkildarî parastina cewherî ya li Şirnexê derketiye holê û  valaderxistina pêkanîna şerê traybet ya bi destê çawîşê pisporê yên gumanbarê tacîzê pêk hatiye axivî û got: “Binpêkirinên mafan ên ku jinên Şirnexê pê re tên rû hev, ger ku em hîs nekin divê em têkoşîna xwe lêpirsîn bikin. Wek jin karê me niha dest pê dike.” BI DÎMEN