Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê ji bo Doza Kobanê bang kir

  • 12:08 15 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - DÎB’ê beriya danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê di 17’ê nîsanê de pêk were, bang li sazî û partiyên siyasî kir ku li dijî bêhiqûqiyê helwestê nîşan bidin.
 
Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) beriya danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê di 17’ê nîsanê roja çarşemê de pêk were, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniya bi serenavê “Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin hêviya aştî û demokrasiyê ye” hate weşandin de ev tişt hate gotin: “Doz bêhiqûqî ye. Di serî de mafê darizandineke adil û parastinê hemû mafên di bin ewlehiya destûra bingehîn de hatine binpêkirin, di dosyayan de delîl nînin. Bi dehan pêşniyazname yên ji bo berpirsiyarên mirinên di protestoyên Kobanê de derkevin holê hatin dayîn, bi dengên AKP û MHP’ê hatin redkirin. 
 
'Ya tê darizandin hêviya vî welatî ya aştî û demokrasiyê ye'
 
Weke Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê em bang li kes, sazî û partiyên siyasî yên li dijî hovîtiya DAIŞ’ê ne, alîgirên demokrasî, hiqûq û aştiyê ne dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê, helwesteke diyar nîşan bidin. Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin hêviya vî welatî ya aştî û demokrasiyê ye.”