Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket

  • 09:05 15 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 226’an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “3000 kes li pêş CPT bicivîn: Dê Azadiya  Ocalan bixwazin” derket.
 
Rojnameya Xwebûn ku heftane weşanê dike, di hejmara xwe ya 226’an de bal kişand ser çalakiya KCDK-E’ê ya li Strasboûrgê ku di navbera 15-19’ê Nîsanê de li pêş Konseya Ewropa û CPT pêk bîne. 
 
Rojnameyê manşeta “3000 kes li pêş CPT bicivîn: Dê Azadiya  Ocalan bixwazin” avêt û cih da daxuyaniya Hevserokê KON-MED Kerem Gok a der barê çalakiyê de. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de analîzek kirmanckî derxist pêş û cih da encama hilbijartina 31’ê Adarê û polîtîkayên Erdogan ên li ser şaredariyan. Rojnameyê bi kirmanckî surmanşeta “Hukmatê serokerdoxan” avêt. 
 
Rojnameyê di rûpela Jin de jî da nivîsa Nivîskar Sorgul Şêxo a bi sernavê “Amadekariya hevpeymana jinê” û bal kişand ser Hevpeymana Jinê ku amadekariya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Piştî Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hat îmzekirin, niha amadekariya  Hevpeymana Jinê tê kirin.