ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 14 Nîsan 2024
  • Rojev
 
* Aktîvîsta KCDP'ê Hîlal Susuz, bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan û qetilkirina jinan û got: "Mekanîzmayên berpirs karê xwe nakin û ev yek jî dibe sedema qetilkirina jinan. Lê tişta ku dikeve para jinan jî têkoşîneke hevpar e." BI DÎMEN 
 
*DEM Partî piştî 10 salan şûnde li Artukluyê şaredarî bi dest xist û ev yek ji aliyê gel ve bi coş hat pêşwazîkirin. Hevşaredara Artukluyê Munevver Olker diyar kir ku di nava gel û şaredariyê de dîwarek hatibû lêkirin û wiha got:"Me dest bi hilweşandina dîwêr kir. Em ê malên jiyanê yên jinan xetên alo şiddet û malên komun ava bikin." BI DÎMEN