Çalakvanên nobedê: Dê bi berxwedanê bi ser kevin

  • 16:25 13 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeta Edaletê bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" didome û hat diyar kirin ku dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 37 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
Mêrdîn
 
Nobeda Edaletê ya Mêrdînê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ku li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê dewam dike bi serdanan didome. Çalakiya ku 97 roj in didome bi gotina stran û berzkirina dirûşmeyan didome. 
 
Huznugul Kalkan, di çalakiya îro de axivî û diyar kir ku 3 sal jortir e ji Abdullah Ocalan agahî nagirin û got: "Em hem ji bo azadiya Abdullah Ocalan û azadiya girtiyan israr dikin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe Nobeda Edaletê bidomînin. Dê sibê li ber avahiya DBP'ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê daxuyaniyek bê dayîn. Ez bang li her kesî dikim ku tevlî daxuyaniyê bibin." 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan berdewam kir.
 
Êlih
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 72’yan de berdewam kir. Di çalakiyê de çalakvan pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Demokrasî û Kedê ya Êlihê, Rêxistina DBP, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana çalakiyê kirin. 
 
Di çalakiyê de dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hat berzkirin û banga piştevaniyê li gel hat kirin.