Xizmên Windayan li aqûbeta Kadîr Keremoglu pirsîn

  • 15:12 13 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ÊLIH -  Xizmên Windayan li Êlihê civiyan û li aqûbeta Kadîr Keremoglu pirsîn.
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 628’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Kadîr Keremoglû hate vegotin. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Reşît Çetînkaya di daxuyaniyê de axivî û got ku heta tevahiya windakirî tên dîtin dê çalakiya xwe bidomînin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadîr Keremoglû hate pirsîn ku di 14’ê nîsana 1995’an de li Wanê hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin. Reşît Çetînkaya, serpêhatiya Kadîr Keremoglû wiha vegot: “Kadîr ji Geverê bû û tevî malbata xwe li Wanê dijî. Malbateke halxweş bû û kesên girêdayî JÎTEM’ê bi gotina  ‘navê we di lîsteya mirinê ya JÎTEM’ê de heye’ gef li malbatê dixwar û pere jê xwestin. Dema malbatê ev yek red kirî jî bû hedef. Karsaz Kadîr Keremoglû ku 75 salî bû, di 14’ê nîsana 1995’an de dema ji Mizgefta Keremoglû ya li navenda Wanê derdiket, ji hêla kesên di wesayîta Torosa Spî ya bi plakaya 01 EA 600, wesayîta Dogan a bi plakaya 65 ER 279, wesayîta Broadway a bi plakaya 06 FH 600 û wesayîta bi plakaya 34 ALL 82 de hate revandin. 
  
Di encama lêkolînên malbatê de derket holê ku kesên Kadîr Keremoglû revandin, ew radestî Mahmût Yildirim ê bi nasnavê ‘Yeşîl’ kirine. Ji ewil birine navenda JÎTEM’ê ya Wanê û piştre jî birin Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Wanê. Di heman demê de malbatê xwe gihand agahiyên nasnameyê yên kesên tev li bûyera revandinê bûn û têkiliya wan bi JÎTEM’ê re heye. 
 
Malbatê bi Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, Waliyê Wanê û Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar re ev agahî parve kir û xwestin bavê wan were dîtin. Kesên ku di dîrokên cuda de xwe gihandin malbatê û xwe weke endamên daîreya şerê taybet û îstîxbaratê nîşan dan û efserekî bi payeya serheng, ji bo radestkirina Keremoglû ji malbatê fîdye xwest. Bûyer, di hejmarên 285 û 286 ên Kovara Aktuelê de bi berfirehî hate vegotin. Malbata Kadîr  Keremoglû jî di 13’yê çileya 1997’an de îfade da Komîsyona Lêkolînkirina Susurlukê ya Meclisê, bûyer vegotin û navên faîlan eşkere kir. 
  
Dosyaya Kadîr Keremoglû di navbera edliyeyên Amed, Colemêrg û Wanê de hatin û çû lê hemû hewldanên malbatê yên ji bo cezakirina berpirsyaran bêencam man. Doz di sala 2015’an de birin Dadgeha Destûra Bingehîn lê hate redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê doz bire DMME’yê.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.