Xizmên Windayan: Divê faîl bên darizandin

  • 14:55 13 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Xizmên Windayan li Amedê civiyan û li aqubeta Alî Îhsan Dagli pirsîn û banga darizandina faîlan hat kirin. 
 
Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 792’yemîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bû hate hilgirtin.  
 
Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahir Saçakli di çalakiyê de axivî û got: “Em dixwazin faîlên windakiriyên me bên darizandin. Em dixwazin hizûra welêt hebe û hemû gel bikarin bi awayekî azad bi hev re bijîn.” 
  
Di çalakiya vê hefteyê ya li Amedê de jî aqûbeta Alî Îhsan Dagli hate pirsîn. Serpêhatiya Dagli ji hêla endamê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.