Li Colemêrgê li aqubeta Sabri Çardakçi hat pirsîn

  • 13:33 13 Nîsan 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Di hefteya 118'emîn a çalakiya xizmên windayan a li Colemêrgê li aqubeta Sabri Çardakçi yê ji aliyê JÎTEM'ê va hat windakirin, hat pirsîn. Xizmên windayan gotin:"Heta aqubeta windakirina me ya dawî eşkere bibe em ê li meydanan her dengê xwe bilind bikin."
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan li Kuçeya Hunerê ya Geverê hatin gel hevdu. Xizmên windayan, Hevşaredara DEM Partiyê ya Geverê Şadiye Kirmizigul, DBP, endamên Rêxistina DEM Partiyê ya Geverê tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" û wêneyên kesên hatine windakirin, hat hilgirtin.  Di hefteya 118'emîn a çalakiya xizmên windayan de li aqubeta Sabri Çardakçi yê ji aliyê JÎTEM'ê va hat windakirin, hat pirsîn. 
 
Ji bo girtiyên nexweş bang kir 
 
Li vir berê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Çapraz, axivî. Sibelê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û bang kir ku Wezareta Dadê astengiyên li pêşiya tedawiya girtiyên nexweş rake. 
 
Tirkiye mehkûmî tezmînatê bû 
 
Endamê Şaxa ÎHD'ê yê Colemêrgê Ozan Akbaş, daxuyaniya çapemeniyê xwend. Ozan da zanîn dûrketina ji têgeha mafên mirovan zirar da hemû îdeolojiyan û got:"Bi hinceta derbarê windakirina Sabri Çardakçi de lêpirsînek berfireh çênebûye Tirkiye mehkûmî tezmînatê kir. Nediyarbûna aqubeta Sabri Çardakçi baweriya me ya hiqûqê winda dike. Heta aqubeta windakirina me ya dawî eşkere bibe em ê li meydanan her dengê xwe bilind bikin."
 
Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.