ROJEVA 13'YÊ NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 13 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran, diyar kir ku DEM Partiyê bi berxwedana Gelê Kurd re serkeftina şoreşgerî ya li Wanê ava kiriye û wiha got: “Bi sedan welatiyên ku daxwaza vîna xwe kirin, dema ku di çalakiyê de mafên xwe yên desteserkirî parastin, bi tundiya polîsan rû bi rû man. Hesabê vê bêhiqûqiyê wê bê pirsîn. Em ê tu bêhiqûqiyê qebûl nekin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara DEM Partiyê ya Qoserê Hamdiye Bilek Turgay, da zanîn qeyûmê Qoserê 106 milyon 483 hezar 852,66 TL deyn li dû xwe hiştiye û got kredî kişandine û gotine me ji bo îhaleya parkeyê xerc kiriye lê belê ev ne rast e. Hamdiyeyê got:"Qeyûmê Qoserê li her taxê texrîbatek hiştiye. "DÎMEN HEYE
 
*Herem Nergiz a ji 12 saliya xwe dest bi dengbêjiyê kiriye û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li berxwe dide wiha got:"Em ê di nava her şert û mercê de xwedî li çand û zimanê xwe derkevin." DÎMEN HEYE