Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin

  • 19:00 12 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin. Bi sedan kes hatin şaredariyê.
 
Hevṣaredarên DEM Pariyê yên Licê, Diyar Dilek, Firat Demir û endamên meclîsê mazbatayên xwe girtin. Bi sedan kes tevlî girtina mazbatayê bûn. 
 
Piştî girtina mazbatayê bi sedan kes bi lêdana erbaneyan ji ber edliyê meşiyan ber şaredariyê. 
 
Parlamenter Adalet Kaya li vir da zanîn ew ji gel re spas dikin û got gel îradeya xwe li ser sindoqan nîşan daye.
 
Piştre girse derbasî şaredariyê bû û bername bi dawî bû.