Ji Nobeta Edaletê peyam: Berxwedana we hêviyê dide me

  • 16:02 12 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Girtî Ahmet Yildirim ku li Girtîgeha Afyonkarahîsarê tê ragirtin ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam şand û wiha got: “Berxwedana we hêviyê dide me.” 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 71’emîn de dom kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û û jiyana azad ava bikin” hate hilayîstin. Dayikên di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û DBP’ê yên bajar hatin serdana çalakiyê. Sûltan Azboy di çalakiyê de axivî û wiha got: “Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe dê zarokên me jî di tecrîdê de bin. Banga min ji bo her kesî ye; bi destê hev bigirin û rabin ser pêyan. Ev sê sal in ji birêz Ocalan agahî nayên girtin. Zarokên me jî heta tecrîda girankirî bi dawî dibe û agahiyekî ji birêz Ocalan digirin dê neyên hevdîtina me.” 
 
Peyama girtî Ahmet Yardim
 
Sadiye Yardim ku dayika Ahmet Yardim ê li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Afyonkarahîsarê tê ragirtin jî berxwedana dayikan pîroz kir. Ahmet, wiha domand: “Kurê min sirgunê Afyonê hate kirin. Malbateke ku zarokê wan li heman girtîgehê agahî da me. Dema min bihîstî hevdîtina wan a dawî ye, ez beriya cejnê çûm serdana kurê xwe. Ez û malbateke din heta saet çarê li derve dan sekinandin. Dema em girtin hundir jî lêgerîna tazî ferz kirin.” 
 
Di berdewamê de Ahmet ev tişt anî ziman: “Kurê min got; ‘Em ê êdî dernekevin hevdîtinê. Hûn jî li derve li ber xwe bidin, berxwedana we hêviyê dide me. Ez silavên xwe ji dayikên li ber xwe didin re dişînim û destê wan maç dikim.’” 
 
Nobeta Edaletê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.