MKG: Evrîm Alataş, mîrate û hêza peyvên azad e

  • 10:18 12 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - MKG'ê têkildarî salvegera koça dawî ya rojnameger Evrîm Alataş de diyar kir ku fikr û ramanên Evrîmê, nivîs û têkoşîna wê îro ji wan re dibe feyzek mezin û got:"Her çiqas Evrîm Alataş a ku pênûsa azadiyê û dengê edaletê ye ji nava me koç kiribe jî ew ê her tim ramanên wê di nava me de bijî."
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), têkildarî 14'emîn koça dawî ya Rojnameger Evrîm Alataş de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew ê wekî MKG'ê di riya têkoşîna Evrîmê de biçin û hat gotin:"Em di salvegera koça dawî ya Evrîmê de wê bi rêzdarî û bi hesreteke mezin bi bîr tînin. Em ê çûyina li dû fikr û ramanê wê bidomînin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Rojnameger Evrîm Alataş dengê ramana azad, serhildêr û dengê pênûsa wêrek bû. 14 sal ji ser koça dawî ya Evrîmê derbas bû. Em di 14'emîn koça dawî ya Evrîmê de wê bi rêzdarî û bi hesreteke mezin bi bîr tînin. Evrîmê di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpinar ê navçeya Arganê ya Meletê hat dinê. Ew di jiyana xwe ya rojnemegerî û nivîskariyê de her tim bû parêzvana edalet, azadî û parêzvana mafê mirovan. 
 
Evrîma ku perwerdeya wê ji gundê wê dest pê kir û piştre li Stenbolê dewam kir di sala 1994'an de gava ewil a rojnamegeriyê avêt. Di rojnameyên mîna Yeni Politika, Demokrasi, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê de nûçegîhantî kir. Piştre jî wekî editor karê xwe dewam kir. Di Evrensel, BirGun û Ozgur Politikayê de nivîskariya quncikê kir. Gotarên wê di Esmer, Birikim, Amargi, Siyahi û Tiroj de hatin weşandin. Evrîmê di sala 2003'yan de li weşanxaneyên Aramê "Çîrokên Dabeşkirina Mayoz" derxist. "Her Sîya Çiyan Dikeve Ser Behrê" jî di 2009'an de ji Weşanên Îletişimê derxist. Evrîmê di pirtûkên xwe de bal kişandiye ser çîrokên trajîkomîk ên li Kurdistanê. Evrîmê di heman demê de senarista filmê “Min Dît” e. Evrîmê ji ber nexweşiya pençeşêrê ya pê ket di 12'ê Nîsana 2010'an de li Amedê jiyana xwe ji dest dide. Lê belê fikr û ramanên Evrîmê, nivîs û têkoşîna wê îro ji me re dibe feyzek mezin. Rê nîşanî me dide. 
 
Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), dîsa dibêjin ku em ê têkoşîn û mîrateya Evrîm Alataş ji bîr nekin. Em dîsa dibêjin wê ronahiya wê ya di rêya edalet û azadiyê de rê nîşanî me bide. Ev bû 14 sal Evrîmê ji nava me koç kiriye û çûye. Em di salvegera koça dawî ya Evrîmê de wê bi rêzdarî û bi hesreteke mezin bi bîr tînin. Em ê çûyina li dû fikr û ramanê wê bidomînin. 
 
Em dîsa Evrîmê bi rêzdarî bi bîr tînin û em balê dikşînin ser girîngiya bibîranîna wê, xwendina nivîsên wê û ramanên wê. Her çiqas Evrîm Alataş a ku pênûsa azadiyê û dengê edaletê ye ji nava me koç kiribe jî ew ê her tim ramanên wê di nava me de bijî.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG). "