ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 12 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Cezayê girtîgehê yê heta hetayê ku ji bo bersûc Necat Sevînç ê ku Makbule Sevînç qetil kiribû, ji ber “sûcê kuştina bi qestî” hatibû dayin, ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê ve hat xerakirin.
 
*Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, bal kişand ser serhildana gel a li Wanê ya li dijî xespkirina îradeyê û wiha got:"Gelê Wanê peywira xwe bi cih anî, dor a me ye." DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Evrîm Alataş a ku bi nivîsên dinivîsand, bi têkoşîna xwe ya di qada çapemeniya azad de bandorek mezin kir ev bû 14 sal koça dawî kiriye. Bêyî Evrîmê 14 sal derbas bû !