Serdana sersaxiyê ya hevserokan

  • 16:13 11 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun sersaxî ji malbatên welatiyên ku di qezaya ku êvarê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn kirin.
 
Roja Sêşemê 9'ê Nîsanê li ser rêya Amed-Gêlê di encama qezaya trafîkê de ku otomobîlek û mînîbûsek li hev qelibîn, 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun çûn serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û sersaxî xwestin.