DBP û DEM Partiyê li gelek bajaran cejna gel pîroz kir

  • 14:54 11 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - DBP û DEM Partiyê li gelek bajaran pîrozbahiyên cejnê li dar xistin. Di pîrozbahiyan de bal kişandin ser pirsgirêka kurd û peyama yekitiyê hate dayîn. 
 
Cejna Remezanê di roja 2’yemîn de didome. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran bernameyên pîrozbahiya cejnê li dar xistin. 
 
Riha
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê jî bi boneya cejnê li avahiya xwe bi gel re hate gel hev. Parlamenter Omer Ocalan û hevserok û rêveberên partiyê jî di pîrozbahiyê de amade bûn. Gelek welatî jî ji bo pîrozbahiyê hatin serdana partiyê. Endam û rêveberên Rêxistina DBP’ê ya Bajar, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirin re (KATDER) û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. 
 
Mêrdîn
 
Rêveberiyên DEM Partiyê yên navenda Mêrdînê û navçeyên wê û hevşaredar jî tev li pîrozbahiya cejnê bûn. Bernameya navçeya Qoserê li buroya peywendîdanînê, ya li Artuluyê li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê û yên li navçeyên din jî li avahiyên DEM Partiyê hatin lidarxistin. Gelek rêveberên partiyên siyasî û welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de peyamên piştgirî û yekitiyê hatin dayîn. 
 
Êlih
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî tev li bernameya pîrozbahiya cejnê ya partiya xwe bû. Bername li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Navendî hat lidarxistin û Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û parlamenter Zeynep Oduncu jî tev li bûn. Her wiha bi sedan welatî hatin serdanê. Piştî pîrozkirina cejnê, komên cuda yên partiyê çûn serdana taxên bajar û cejna welatî û esnafan pîroz kirin.