Li Wanê gel bi DEM Partiyê re cejn pîroz kir

  • 12:28 11 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê bi welatiyan re hatin cem hev û Cejna Remezanê pîroz kirin.
 
Rêxistina Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi gel re li avahiya navendê hatin cem hev û Cejna Remezanê pîroz kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslihan Şedal û Abdûllah Zeydan, hevşaredarên navçeyên Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtê û gelek welatî tevlî pîrozbahiya cejnê bû.
 
Welatiyên ku hatin cejn pîroz kirin, hêvî kirin ku ev cejn bibe sedema aştî, azadî û yekîtiyê. Pîrozbahiya cejnê di nava rojê de berdewam dike.