'Wê dayika Uveyş her tim di bîra me de be'

  • 09:03 11 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Ji Rêveberiya Komîteya Dayikên Şervanên Azadiya Kurdistanê, Fatme Hesen têkildarî salvegera koça dawî ya Dayika Uveyş da zanîn dayika Uveyş tu car namire û got:"Îro hemî dayikên şervanên azadiya Kurdistanê mîna dayika Uveyş zarokên xwe li ser xeta rastiyê, azadî û serfiraziyê mezin û perwerde dikin. Ev ji bo me cihê jî cihê şanaziyê ye. Wê dayika Uveyş her tim di bîra me de be."
 
Uveyş Ocalan di sala 1922’yan de li gundê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê hatiye dinê. Di temenekî biçûk de bi kesek ji gundê nêzî wan re tê zewicandin. Dayika Uveyş ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne, lê di dawiyê de lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek ê di 11'ê Nîsana 1993'yan de ji ber krîza dil diçe ser dilovaniya xwe. Canazeyê wê li gundê Amara yê ku gelekî jê hez dike tê definkirin.
 
Ji Rêveberiya Komîteya Dayikên Şervanên Azadiya Kurdistanê, Fatme Hesen têkildarî salvegera koça dawî ya Dayika Uveyş axivî. 
 
'Dayika Uveyş teslîmiyet nepejirand'
 
Ji Rêveberiya Komîteya Dayikên Şervanên Azadiya Kurdistanê, Fatme Hesen têkildarî salvegera koça dawî ya Dayika Uveyş wiha got:" Em îro dayika Rêbertî, dayika Uveyş bi bîr tînin. Dayika Uveyş ji bo me dayika xwedewend e. Ji ber ku wê bi carekê teslîmiyeta li hemberî zihniyetên şovenîst, nedipejirand. Di heman demê de dayikek tolhilgir bû lewma Rêbertî her digot, 'Min hêza xwe ji dayika xwe girtiye'. Dayika Uveyş dayikek bêhempa ye."
 
'Wê dayika Uveyş her tim di bîra me de be'
 
Fatmeyê da zanîn ku dayika Uveyş wê her di bîr û baweriya wan de bijî û wiha lê zêde kir:"Dayika Uveyş tu car namire. Em îro bi saya wê bûn xwedî Rêbertiyek ku ji bo xelasiya tevahî cîhanê ya ji koletî û desthilatdariyê heta roja îro di tekoşînê de ye. Îro ev dayika leheng li hemû cîhanê tê bibîranîn. Îro hemî dayikên şervanên azadiya Kurdistanê mîna dayika Uveyş zarokên xwe li ser xeta rastiyê, azadî û serfiraziyê mezin û perwerde dikin. Ev ji bo me cihê jî cihê şanaziyê ye. Wê dayika Uveyş her tim di bîra me de be."
 
Di dawiyê de Fatmeyê da zanîn dema dayik zarokên xwe li ser riya azadî û wekheviya gelan li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan perwerde bikin wê şoreşa wan bi ser bikeve.