Delegasyona Jinê: Divê hêzên demokratîk bên gel hevdu

  • 09:02 11 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED -  Ji endamên Delegasyona Jinê yên ji bo şopandina hilbijartinê li Kurdistanê bûn Zelal Zaharija û Sosin Sonnenberg, dan zanîn tevî ku pêvajoyeke zehmet e jî rêxistinbûyinek heye û gotin:"Ji bo belavkirina tevgera kurd, ji bo têkoşîna kurdan li Ewropayê belav bibe, Ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan divê hêzên demokratîk bên gel hevdu."
 
Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31'ê Adarê de li Kurdistan û Tirkiyeyê hat lidarxistin di raya giştî ya cîhanê de cihê xwe girt. Di hilbijartinan de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) serkeftineke mezin bi dest xist. Yek mijara din a hilbijartinê jî hilbijêrên sixte yên li Kurdistanê deng bi kar anîn e. Gelek binpêkirinên mafan di hilbijartinê de derketin pêş. Heyetên ji derveyî welêt hatin jî ev binpêkirin şopandin. 
 
Ji endamên Delegasyona Jinê yên ji bo şopandina hilbijartinê li Kurdistanê bûn Zelal Zaharija û Sosin Sonnenberg, ji JINNEWS’ê re axivîn. 
 
'Zextek li ser şaredariyan heye'
 
Sosinê da zanîn ew eleqeyeke mezin nîşanî çand û têkoşîna azadiya kurdan dide û wiha got:"Ji bo em pêvajoya hilbijartinê bişopînin em hatin vir. Em hem ji bo Newrozê hem ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê hatin. Em çûn serdana gelek komeleyan. Me bi gelek siyasetmedarên DEM Partiyê re hevdîtin kirin. Em li ser rewşa gelê kurd axivîn. Em ji hevdîtinan dît ku Kurdistan çawa di bin zextên dewleta tirk de ye. Hem li dijî DEM Partiyê hem li dijî kurdan êrişek heye. Bi taybet piştî 2015-2016'an zextek li ser şaredariyan heye. Lê belê me dît ku hem DEM Partî hem jî ji rêxistinên cuda kes hîn têkoşînê dikin. Me ji vê yekê îlham girt. "
 
'Ji bo Abdullah Ocalan divê em têkoşîna li Ewropayê bidomînin'
 
Sosinê bi lêv kir ku rihekî têkoşer ê kurdan heye û wiha pê de çû:"Gelek tiştên ez li Bakur bûm şahid bandor li min kir. AKP û Erdogan zextan li DEM Partiyê dike. Li ser gelê kurd jî zext hene. Dîsa jî li dijî vê yekê têkoşîn didome. Têkoşînek ji bo Abdullah Ocalan heye û divê Abdullah Ocalan azad bibe. Di navbera Tirkiye û Elmayayê de têkiliyeke kevn heye. Ev têkilî xwe dispêre 100 salan. Elmanya çekan jî difroşe Tirkiyeyê. Erdogan berjewendiyên xwe diparêze. Divê gelê kurd vê yekê bizanibe ku dîrokeke wan a xurt heye û ya têkoşînê heye, bi hêz in. Ji bo Abdullah Ocalan divê em têkoşîna li Ewropayê bidomînin."
 
'Azadiya Ocalan wê bibe sedema avakirina civakeke azad'
 
Zelal Zaharija jî da zanîn tê xwestin kurd bên krîmînalîzekirin û wiha got:"Bi tayinkirina qeyûman re tê xwestin kurd bên krîmînalîzekirin. Ji ber Abdullah Ocalan girtiye wiha dibe. Qedexe ye ku em li raya giştî biaxivin. Piştî şerê 2015-2016'an bi polîtîkayên qeyûman peywirdarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Fikra wan a siyasî hat qedexekirin. Sepanên wiha yên îllegal hene. Em vana dibînin. Fîlozofê kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in di bin tecrîdê de ye. Azadiya Ocalan wê bibe sedema avakirina civakeke azad."
 
'Divê hêzên demokratîk bên gel hevdu'
 
Zelalê diyar kir ku AKP'ê hêza xwe winda kiriye û got:"Rêxistinbûyin gelekî girîng e. Gelê kurd li dijî zextan li berxwe dide. Ji bo belavkirina tevgera kurd, ji bo têkoşîna kurdan li Ewropayê belav bibe, Ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan divê hêzên demokratîk bên gel hevdu."