Li Helebê serdana goristanên pakrewanan hat kirin

  • 10:41 10 Nîsan 2024
  • Rojane
 
HELEB - Bi boneya Cejna Remezanê li Helebê serdana goristanên pakrewanan hat kirin. 
 
Îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi boneya Cejna Remezanê endamên sazî, partî û welatiyên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serdana goristana pakrewanên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku dikeve devera bi navê Şiqeyêf hat kirin. Li wir piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin û gul danîn ser gorên pakrewanan. Piştre gel berê xwe da qada pakrewan Ebû Şiya ya ku dikeve devera bi navê Seken El Şebabî û li wir çalakiya xwe domandin. Piştre Cejna Remezanê li malbatên pakrewanan hat pîrozkirin. 
 
Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe cejna azadî û serfiraziyê  
 
Endama Rêveberiya Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Velentîne Ebdo axaftina xwe ji ajansa me re kir û Cejna Remezanê pîroz kir û wiha pê de çû:"Em Cejna Remezanê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin û ya herî girîng li Rêber Abdullah Ocalan em pîroz dikin û em bi hêvî ne ku ev cejn bibe cejna azadî û serfiraziyê, wekhevî û dadiyê û bibe cejna vegera li ser axa me Efrînê. Bibe wesîleya rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî."
 
Ev cejn cejnek mirovî ye 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Velantîneyê behsa wateya vê cejinê ya ji bo wan kir û wiha lê zêde kir:"Ji bo me, weke civaka îslamî ev cejn xwedî wateyek pir girîng e ji ber ku ev cejn cejnek sincî û mirovî ye ku tê de hemî gel xwedî li hev derdikeve. Cejnek civakî ye lê belê ji bo ku hemî hêzên desthilatdar vê aramî û xwedîlihevderketinê biçewisîne û vala derbixe cejnê vediguhêzin talankirinê û bi vî awayî êrîşên xwe li ser herêmên me didin dewamkirin."
 
Di dawiya axaftina xwe de Velentînayê da zanîn ku wê tu hêz û dewlet nikaribe îrade û vîna gelan bişkîne û got:"Gelê me jî li hemberî hemî rewş, şert û mercan cejnên xwe pîroz dikin ji ber ku gelê kurd gelekî xwedî çand e."