Kesê xwe wek çiwaşê pispor da nasîn destdirêjî li jinekê kir

  • 19:49 9 Nîsan 2024
  • Rojane
RIHA - K.K. ê ku xwe wekî çawişê pispor û parêzvanê qeymeqamtiyê da nasîn, destdirêjî li jina bi navê M.M. kir.
 
K.K ê ku li navçeya Pirsûs a Rihayê xwe wekî çawişê pispor û parêzvanê qeymeqamtiyê da nasîn, destdirêjî li  jina bi navê M.M. (29) kiriye. Bûyera ku nêzî 2 meh berê qewimî, piştî M.M.'yê gilî kir, derket holê.
 
Piştî ku M.M.'yê giliyê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pirsûsê kir û li midûriyeta polîsan îfade da, bûyer eşkere bû. M.M.'yê diyar kir ku wê K.K. bi rêya medyaya dijîtal nas kiriye û anî ziman ku dema ew li kar geriyaye, tecawizkar jê re gotiye ku ger were Pirsûsê dê bi kesekî ji şaredariyê re hevdîtinê pêk bîne û ji bo wê karekî bibîne. M.M ya ku çû navçeyê rastî tecawiza kiryar K.K. yê ku li wir pê re hevdîtin kir, hat.
 
M.M.'yê diyar kir ku ji ber ku gumanbar K.K. bi malbata wê ew tehdît kiriye nikarîbûye bûyerê ji kesî re bibêje. M.M.'yê daxuyand ku gumanbar K.K. ê ku tecawizî wê kiriye çawişê pispor ê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pirsûsê ye.