Li Wan û Mêrdînê di cejnê de veguhestin bê pereye

  • 20:05 8 Nîsan 2024
  • Rojane
WAN - Di esasa biryara ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê girtiye, cejna Remezanê de wê sê rojan otobusên şaredariyê bê pere ji welatiyan re xizmetê bike.
 
Di esasa biryara ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê girtiye, cejna Remezanê de wê navbera 10-13’ê Nîsanêde otobusên şaredariyê bê pere ji welatiyan re xizmetê bike.
 
Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî daxuyand ku wê bi wesîleya Cejna Remezanê sê rojan wesayîtên veguhestinê bê pere bin. Li gorî vê wê 10-11-12’ê Nîsanê de otobus bê pere ji gel re xizmetê bikin.