Nobetên Edeletê:Heta tecrîd ranebe em ê şûnde gavê navêjin

  • 19:28 8 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Dayikên Aştiyê ku Nobeda Edaletê didomînin, diyar kirin ku heya deriyên Îmraliyê venebin wê çalakiya xwe bidomînin û paş de gav neavêjin. 
 
Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd, li gelek bajaran didome. 
 
Êlih
 
Nobeda Edaletê ya li Êlihê hat destpêkirin, di roja 67'an de li avahiya DBP'ê ya bajêr didome. Nobeda ku bi pêşengiya TÛAY-DER'ê hat destpêkirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr serdana wê kirin. Nobeda îro bi dirûşmeya “Jin, jîyan, azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Mêrdîn
 
Nobete Edaletê ya bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pisrgirêka kurd li avahiyê rêxistina DBP’ê Mêrdînê hatiye destpêkirin, di roja 92’emîn de berdewam dike. Gelek kes serdana nobeta bi stran û dirûşman tê domandin kirin. 
 
Ji ziyaretvanên Nobeta Edaletê Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibuca anî ziman ku ew tecrîda ser Ocalan qebûl nakin, şermezar dikin û wiha axivî: “Em ê li dijî vê pergala qirêj sekna xwe nîşan bidin. Bi qasî ku tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd bidome em ê serî netewînin û dê nesekinin.” Acibûca diyar kir ku ew çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan silav dikin, cejna girtiyan û çalakgerên Nobeta Edaletê pîroz dikin. 
 
Îzmîr
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 48’emîn de li nûnertiya DEM Partiyê ya li Taxa Çîmentepeyê berdewam kir. Çalakger di çalakiyê de pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Gelek welatî serdana  çalakiya nobetê kirin. 
 
Dayika Firat Yagmekan ê di Girtîgeha Hejmar F-2 ya Kiriklara Bucaya Îzmîrê tê ragirtin Sultan Yagmekan di çalakiyê de axivî. Sultanê anî ziman ku kurê wê jê re gotiye ku ew ê 3 mehan bi malbatê re hevdîtina telefonê pêk neyne û wiha got: “Ez bi kurê xwe re axivîm. Silavên wî ji her kesê re hebûn û ji min re wiha got, ‘Em ji ber bêhiqûqî bi dawî nebûn, çalakiyê dikin’. Em jî wek dayîk dê Nobeta Edaletê bidomînin. Heya ku tecrîda ser Ocalan tê rakirin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Divê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Heya ku em ji Ocalan agahiyekê digirin, em ê nesekinin. Difikirin ku em ê biwestin û bêhnteng bibin. Lê belê tiştekî wisa nîn e. Em gavekê jî paş de navêjin. Tenê ji dayikan re bimîne jî em ê li vî cihê xwe nesekinin.”  
 
Mersîn
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 127’emîn de berdewam kir. Parlamenterê Mêrsînê yê DEM Partiyê Alî Bozan, Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Bila derî bên vekirin
 
Di çalakiyê de Dayika Aşityê Meryem Erbey anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin û got pêwîst e bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin dest pê bikin. Meryemê da zanîn ku ew xwedî li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tên domandin derdikevin û dan zanîn ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên wan in jî. Meryemê bi bîr xist ku ew ê heya deriyên Îmraliyê werin vekirin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
‘Divê tecrîd bê rakirin’
 
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî. Alî destnîşan kir ku tevahî pirsgirêkên li welat tên jiyîn, girêdayî tecrîda li Îmraliyê tê sepandin e û desthilatê vexwend pêvajoya diyalogê ya sala 2015’an. Alî axaftina xwe wiha domand: “Tecrîd bandora xwe ser 84 milyon welatiyan dike. Bi qasî ku tecrîda li Îmraliyê dom dike, neçareserkirina pirsgirêka kurd jî didome; bi qasî ku neçareserkirina pirsgirêka kurd didome, li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî pevçûm berdewam dike. Heke li welatekê pevçûn û krîz hebe, di wî welatî de aramî û pêşketin çênabe. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe.” Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê û dehan kes li pêşiya avahiyê komeleyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Bozan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da û ji bo tecrîda li Îmraliyê dawî bikin, bang li rayedaran kir. 
 
Şitil danîn 
 
Piştî daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê bi wesîleya rojbûna Abdullah Ocalan li Parka Yilmaz Guney a li navçeya Akdenîzê şitilên daran danîn. Çalakî piştî danîna şitilan, bi dawî bû.