Di protestoyên Wanê de 30 kes hatin girtin

  • 17:58 8 Nîsan 2024
  • Rojane
WAN - Di protestoyên gelê Wanê yên du rojan de 260 welatî hatibûn binçavkirin. Ji 260 kesî 30 kes hatin girtin. 
 
Abdullah Zeydan wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin. Gelê Wanê li dijî nedayîna mazbata Zeydan û xespkirina îradeyê 2 rojan çalakiyên protestoyê li dar xist. 
 
Di çalakiyên ku 2 rojan berdewam kirine û serdagirtinên malan de 260 welatî hatin binçavkirin. Welatiyên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Wanê de îfadeyên xwe didin.  Tevî 2 zarokan, 30 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “bi ser navê rêxistinê kirina sûc” sewqî Dadgeriya Sûlh Cezayê hatine kirin, hatin girtin. 
 
Hat zanîn ku ji 260 binçavkiriyan 15 ji  wan zarok, 10 jî parêzer in.