Hevşaredarên Artukluyê dest bi peywira xwe kirin

  • 14:42 8 Nîsan 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hevşaredarên Artukluyê yên DEM Partiyê ku di hilbijartinê de bi ser ketibûn, piştî wergirtina mazbatyê dest bi kar kirin.
 
Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şaredariya Artukluya Mêrdînê Munevver Olker û Mehmet Ali Amak piştî ku mazbataya xwe wergirtin deriyên şaredariyê ji gel re vekirin.
 
Hevşaredarên Artukluyê Mehmet Alî Amak û Mûnevver Olker ên DEM Partiyê ku bi ser ketin û  bi sedan kes bi def û zurneyê heta avahiya şaredariyê meşiyan. Girseya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav de li ber deriyê avahiya şaredariyê ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin.
 
Hevşaredar Mûnevver Olker diyar kir ku ew ji bo şaredariya gel hatine û got, "Em hene û di çarçoveya temsîliyeta wekhev de em ê xizmetê ji  gelê xwe re bikin." Hevşaredar Alî Amak jî diyar kir ku ew ê bi feraseta paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê xizmetê bikin û got, "Em bi vê wesîleyê ji kesên ku Şaredariya Artukluyê bi tevahî talan kirin, dizî kirin re dibêjin, Hûn ê ji bo vê yekê bersivê bidin vî gelî, hûn ê li ber qanûnê bersivê bidin vî gelî."
 
Piştî daxuyaniyan hevşaredaran dest bi peywirê kirin.