Piştgiriya ji bo Wanê mezin dibe

  • 16:54 3 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kurdistan û Tirkiyeyê desteserkirina vîna gelê Wanê bi daxuyaniyan hat şermezar kirin û hat diyar kirin ku ev yek darbeyeke siyasî ye. 
 
Piştî ku şaredariya bajarê mezin a Wanê ku di hilbijartinan de namzetê DEM Partî bidest xistibû ji aliyê AKP’ê ve hat desteserkirin, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat şermezar kirin. 
 
Hêzên Demokrasî û Kedê ya Edenê, Platforma Demokrasî û Kedê ya Çewlîgê, Platforma Demokrasî û Kedê ya Dîlokê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Xarpêt û Osmaniyeyê daxuyanî hatin dayîn û hat diyar kirin ku ev helwest darbeyeke siyasî ye û nayê qebûlkirin.