Li Rezan bikaranîna hişbirê: Dewlet dibîne tiştekî nake

  • 09:03 23 Îlon 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Menfiye Can da zanîn ku temenê bikaranîna hişbirê roj bi roj dikeve û dewlet li dijî bikaranîna hişbirê tu tiştekî nake. Menfiyeyê wiha got: “Dewlet dibîne lê tiştekî nake. Dema bixwaze ceza dibare, dema nexwaze jî tiştekî nake.”
 
Yek ji cihên ku polîtîkayên şerê taybet civakê hedef digire Amed e. Li Amedê bikaranîn û firotina hişbirê zêde bûye. Li gelek cihên cuda yên bajar ev pirsgirêk heye û li hinek taxan ev zêde tê dîtin. Li taxa Kaynartepe ya Rezan a Amedê bikaranîna hişbirê pir zêde tê dîtin.
Menfiye Can ya li taxa Kaynartepeyê dimîne,  diyar dike ku kurê wê ji ber bikaranîna hişbir û firotinê hatiye girtin. Menfiyeyê der barê zêdebûna bikaranîna hişbirê ya li Amedê de axivî.
 
‘Divê ev hişbir bê tunekirin’
 
Menfiyeyê destnîşan kir ku kurê wê ku jiyaneke normal dijiya di carekê de hişbir bikaraniye jiyana wî serobino bûye. Menfiyeyê wiha dirêjî dayê: “Kurê min zewicandibû, mala wî hebû. Hevjîna wî ligel wî bû. Lê tevli hişbirê bû jiyana wî wêran bû. Ket girtîgehê. Hevjîna wî dest jê berda.  Divê bikaranîna hişbirê demildest bê rawestandin pêşî lê bê girtin. Bila dayik jî vê şaşiyê bi zarokên xwe nekin. Em mirovên bi rumet û şerefin. Bila wisa bidome. Zarokên me ji ber vê çûn çiya. Divê em vê hişbirê, destdirêjiyê ji nav xwe derxin.”
 
‘Em dizanin kê hişbir aniye’
 
Menfiyeyê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Piştî kurê min hat girtin ez li neviyê xwe dinêrim. Dewlet li dijî bikaranîna hişbirê tu tiştekî nake. Ciwan ji ber hişbirê hev qetil dikin. 4 sale ez li neviyê xwe dinêrim. Niha dest dibistanê kiriye. Kurê min li Osmaniyê girtiye. Ez salê carekê diçim wî dibînim. Amed berê bajarekî xweş û paqij bû. Piştre kesên nebaş hatin hişbir anîn. Em dizanin kî hişbirê tîne. Dewlet vê dibîne lê tiştekî nake. Dewlet bixwaze ceza dinivîse nexwaze jî tiştekî nake. Dewlet li vir rewşa ciwanan dibîne. Li vir çend ciwanan ji ber hişbirê hev qetil kirin. Ciwanên me yên berê  li ku ne.”
 
‘Em ditirsin zarokan bişînin dan û stendinê’
 
Menfiyeyê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ewlehiya wan tuneye û wiha pê de çû: “Dema me de kolanên Amedê paqij bûn. Her der xweş bû. Em jî ciwan bûn. Xanî yek kat bûn. Zarokên me biçûk bûn. Sibê heta êvarê li derve dilîstin. Ne tirs hebû ne hişbir. Niha ji tirsan em newêrin deriyên xwe vebikin. Em newêrin zarokan bişînin dan û stendinê. Em nizanin çi bikin. Em ditirsin û digirîn. Bila ev hişbir ji nav me derkeve. Bila ev hişbir  bê tunekirin her kes vegere malên xwe.”