Hîna di konteyniran de dijîn

  • 09:02 23 Îlon 2024
  • Jiyan
 
Derya Ren
 
DÎLOK - Guler Yidirim ku piştî erdheja sala borî hîna di konteynirê de dijî, gotina rayedarên TOKÎ’yê bi bîr xist û got: “Di erdhejê de mirovahî nehiştin.”
 
Di 6’ê Sibata 2023’an de navenda wê Mereş erdhej pêk hat û hîna şopa erdhejê paqij nebûye. Bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest da, bi sedhezaran birîndar bûn û bi mîlyonan avahî wêran bûn, zirar dîtin an jî hilweşiyan. Li gorî bîlançoya fermî ya erdhejê ku hat aşkerakirin, rêxistinên civaka sivîl diyar dikin ku rastî bîlançoyeke hîn girantir e.
 
Yek ji bajarên ku ji erdhejê bi bandor bû jî Dîlok bû. Li Dîlokê 3 hezar û 945 kesî jiyana xwe ji dest da, bi dehezaran birîndar bûn û 25 hezar avahî hatin asta ku nayên bikaranînê. Xesara erdhejê hîna li Dîlokê tê dîtin. Tevî ku nêzî du salane di ser erdhejê de derbas bûye welatî hîna di kon û konteyniran de dijîn. Li navçeya Avasîm a Dîlokê li gundê Haltanli xaniyê Guler Yildirim (55) hilweşiya.  Piştî erhejê konteynir danê û hîna di konteynirê de dimîne. Gulerê diyar kir ku sozê ku hatine dayîn nehatine cih.
 
‘Hîna di konteynirê de dijîm’
 
Gulerê daxuyakirin ku di erhejê de mala wê hilweşiyaye û hevjînê wê di bin kavilê de maye û got: “Me bi derfetên xwe hevjînê min derxist. Rayedar pir dereng hatin. Heta hatin me bi hewldanên xwe birînên xwe kewandibûn. Em mehekê zêdetir di bereqeyan de jiyan. Em bê xwarin man. Sar bû, zivistan bû. Tevî evqas dem derbas bûye em hîna di konteyniran de ne.”
 
‘Ji bajarên Kurdistanê alîkarî zêde hat’
 
 Gulerê axaftina xwe wiha domand: “Ji bajarê Kurdistanê alîkarî pir zêde hat. Dewletê wê TOKÎ bida me. Lê heta niha tu pêşketin tune ye. Em hîna di konteyniran de dimînin. Mala zarokên me hilweiya. Ew jî di kirê de man. Alîkariya ji derve hat bi giştî belav nekirin.Me gundiyan ji ber kêmasiya alavan dilê hev şikand. Em ketin dora kon. Bila kes vê nederewîne.”
 
‘Bi rojan me derman nekir’
 
Gulerê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di erhejê de mirovahî nehiştine û wiha dawî lê anî: “Hevjînê min di bin kavilê de ma. Me bi hewldanên xwe derxist. Çîma wî şikestibû. Bi rojan me dermankirina wî nekir. Ji Kurdistanê doktorên dildar hatin û ji birînên me re bûn derman. Em bi dermanên wan derman bûn.”