Piştgiriya ji bo Wanê mezin dibe 2024-04-03 16:54:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kurdistan û Tirkiyeyê desteserkirina vîna gelê Wanê bi daxuyaniyan hat şermezar kirin û hat diyar kirin ku ev yek darbeyeke siyasî ye.    Piştî ku şaredariya bajarê mezin a Wanê ku di hilbijartinan de namzetê DEM Partî bidest xistibû ji aliyê AKP’ê ve hat desteserkirin, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat şermezar kirin.    Hêzên Demokrasî û Kedê ya Edenê, Platforma Demokrasî û Kedê ya Çewlîgê, Platforma Demokrasî û Kedê ya Dîlokê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Xarpêt û Osmaniyeyê daxuyanî hatin dayîn û hat diyar kirin ku ev helwest darbeyeke siyasî ye û nayê qebûlkirin.