Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket

  • 09:52 23 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Hejmara 249’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rêxistinbûyîna gel ferz e” derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
Rojnameya Xwebûnê di vê hejmarê de di çarçoveya hamleya “Rêxistinbûyîn serkeftin e” xebatên rêxistinkirin û rêxistinbûyina civakê û gel kir rojeva xwe. 
 
Rojname bi manşeta “Rêxistinbûyîna gel ferz e” derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê der barê kar û barê rêxistina civakê û gel de cih da nirxandinên Alîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Rêxistinkirinê Erhan Basût.  
 
Rojnameyê di rûpela jin de jî bi sernavê “Şerê taybet jinê dike hedef” û cih da  bandora şerê taybet ê li dijî jinan. 
 
Rojnameye di surmanşetê de jî bi sernavê “Ziwanê xo yê dayike bipawê” cih da nûçeyek kirmanckî ya li ser girîngî û wateya axaftina zimanê dayikê.