Hevşaredarên Sîlopiyê mazbatayên xwe girtin

  • 15:14 3 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Hevşaredarên Sîlopiyê Jiyan Ormanli û Renas Nadîr mazbatayên xwe girtin.
 
Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Silopiyê Jiyan Ormanli û Renas Nadir Onuk û endamên meclîsê ji bo wergirtina mazbatayên xwe hatin  edliyeyê. Girseya gel ji bo pêşwazîkirina hevşaredaran ji rêxistina navçeyê heta ber avahiya edliyeyê meşiya û gelek caran bê navber dirûşmên "Bijî Berxwedana Wan e" û "Gelê Kurd, dê vîna xwe biparêze" berz kirin.
 
Girseya gel hat ber edliyeyê û bi kulîlkan hevşaredar pêşwazî kirin. Hevşaredarên nû bi hevşaredarên berê yên Silopiyayê re hatin cem hev.
 
3 kes bi îşkenceyê de hatin binçavkirin
 
Hevserokên ku piştî wergirtina mazbatayên xwe daxuyanî dan, bertek nîşanî hîleyên hikûmetê yên li Wan û Şirnexê dan. Piştî daxuyaniyê girse heta avahiya navçeyê meşiyan û polîsan li ber avahiya navçeyê mudaxeleyî girseyê kir. Di êrîşa polîsan de 3 kes hatin binçavkirin, di nav kesên ku hatin binçavkirin de pîrek jî hebû û di encama êrîşa polîsan de lêva wê teqiya û 2 kes jî ji cihên cuda yên rûyê xwe birîndar bûn.