Hevşaredarên Sîlopiyê mazbatayên xwe girtin 2024-04-03 15:14:08     ŞIRNEX - Hevşaredarên Sîlopiyê Jiyan Ormanli û Renas Nadîr mazbatayên xwe girtin.   Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Silopiyê Jiyan Ormanli û Renas Nadir Onuk û endamên meclîsê ji bo wergirtina mazbatayên xwe hatin  edliyeyê. Girseya gel ji bo pêşwazîkirina hevşaredaran ji rêxistina navçeyê heta ber avahiya edliyeyê meşiya û gelek caran bê navber dirûşmên "Bijî Berxwedana Wan e" û "Gelê Kurd, dê vîna xwe biparêze" berz kirin.   Girseya gel hat ber edliyeyê û bi kulîlkan hevşaredar pêşwazî kirin. Hevşaredarên nû bi hevşaredarên berê yên Silopiyayê re hatin cem hev.   3 kes bi îşkenceyê de hatin binçavkirin   Hevserokên ku piştî wergirtina mazbatayên xwe daxuyanî dan, bertek nîşanî hîleyên hikûmetê yên li Wan û Şirnexê dan. Piştî daxuyaniyê girse heta avahiya navçeyê meşiyan û polîsan li ber avahiya navçeyê mudaxeleyî girseyê kir. Di êrîşa polîsan de 3 kes hatin binçavkirin, di nav kesên ku hatin binçavkirin de pîrek jî hebû û di encama êrîşa polîsan de lêva wê teqiya û 2 kes jî ji cihên cuda yên rûyê xwe birîndar bûn.