Hevşaredarên Agiriyê mazbataya xwe girtin

  • 19:35 2 Nîsan 2024
  • Rojane
AGIRÎ – Hevşaredarên  Agiriyê yên DEM Partiyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş mazbataya xwe girtin. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ku pêk hatin de Hevşaredarên Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hazal Aras û Mehmet Akkûş sedî 51,07 deng ve bi ser ketin. Hazal û Mehmetê ku şaredarî bi dest xistin, çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navenda Agiriyê û mazbataya xwe girtin.
 
‘Têkoşîna me ya maf berdewam bike’ 
 
Piştre hevşaredarên ku erka xwe wergirtin, li pêşiya desteyê axaftinek kurt kirin. Hazal a ku li vir axivî ev tiştan got: “Gelî hêja, me nû mazbataya xwe ya wergirt. Lê belê bi kêfxweşiyek şikestî girt. Wekî hûn zanin li Wan û gelek bajarên me pirsgirêk derketin. Tişta ku li Wanê tê jiyîn binpêkirina mafan e, xespkirina mafan e. Û ev şermeke demokrasiyê ye. Lê belê ji bo Wan û bajarên me yên dinê dê têkoşîna me ya maf berdewam bike.”