Hevşaredarên Agiriyê mazbataya xwe girtin 2024-04-02 19:35:18   AGIRÎ – Hevşaredarên  Agiriyê yên DEM Partiyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş mazbataya xwe girtin.    Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ku pêk hatin de Hevşaredarên Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hazal Aras û Mehmet Akkûş sedî 51,07 deng ve bi ser ketin. Hazal û Mehmetê ku şaredarî bi dest xistin, çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navenda Agiriyê û mazbataya xwe girtin.   ‘Têkoşîna me ya maf berdewam bike’    Piştre hevşaredarên ku erka xwe wergirtin, li pêşiya desteyê axaftinek kurt kirin. Hazal a ku li vir axivî ev tiştan got: “Gelî hêja, me nû mazbataya xwe ya wergirt. Lê belê bi kêfxweşiyek şikestî girt. Wekî hûn zanin li Wan û gelek bajarên me pirsgirêk derketin. Tişta ku li Wanê tê jiyîn binpêkirina mafan e, xespkirina mafan e. Û ev şermeke demokrasiyê ye. Lê belê ji bo Wan û bajarên me yên dinê dê têkoşîna me ya maf berdewam bike.”