Lijneya Hilbijartinê ji dadgehê dosyaya Abdullah Zeydan xwest

  • 13:50 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jê hatiye darizandin xwest. 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinan de bi ser ket. Lê li ser “fermana” Wezareta Dadê, 5 deqe beriya xelasbûna mesaiyê biryara mafên memnu ya Abdullah Zeydan ji hêla dadgehê ve paşve hatin girtin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê jî ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dosyaya Abdullah Zeydan xwest.