Lijneya Hilbijartinê ji dadgehê dosyaya Abdullah Zeydan xwest 2024-04-02 13:50:59     AMED - Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jê hatiye darizandin xwest.    Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinan de bi ser ket. Lê li ser “fermana” Wezareta Dadê, 5 deqe beriya xelasbûna mesaiyê biryara mafên memnu ya Abdullah Zeydan ji hêla dadgehê ve paşve hatin girtin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê jî ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dosyaya Abdullah Zeydan xwest.