Di Nobeta Edaletê de peyama piştevaniyê

  • 16:20 23 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê ya ku li Wanê ket roja 50'î, bi serdan, çepik û dirûşman dewam kir, peyama "Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin" careke din hat dayîn.
 
Nobeda Edaletê ya ku li Wanê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Mehkûm re (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan hat destpêkirin, di roja 50'î de berdewam kir. DBP'a Wanê, rêveberên DEM Partiyê yên Şax, Mîksê û gelek kes hatin serdana nobetê. 
 
Di çalakiya Nobeta Edaletê de peyama piştevaniyê hat dayin û hat xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. 
 
Çalakiya nobetê bi dirûşma “Bijî Berxwedana zindanan” dewam kir.