Akademîsyen Fatma Gok: Tundî li Kurdistanê hîn girantir e

  • 09:07 25 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN - Akademîsyen Fatma Gok derbarê cudahiya tundiyan a li gorî herêman de axivî û got: “Li Tirkiyeyê ji ber pergala serdest ya mêr tundiyek li dijî jinan heye. Li Kurdistanê jî ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd jî tundiyeke heye. Tundî li Kurdistanê hîn girantir e."
 
Tundiya li ser jinan roj bi roj giran dibe û her roj li qetilkirinên jinan yên nû zêde dibe. Bêcezahiştina ku her diçe giran dibe tundiyê jî giran dike. Polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember jinan pêşî li qetilkirinên nû vedike. Li Tirkiye û Kurdistanê û jin zarok her tim di hedefa tundiyê de ne. Ligel vê li gorî herêman jî tundî hîn girantir dibe. 
 
Akademîsyen Fatma Gok derbarê tundiya li ser jinan de nirxandin kir.
 
‘Li Kurdistanê tundiyek pir giran heye’
 
Fatmayê daxuyakirin ku tundî li her derê heye û li gorî herêman jî diguhere. Fatmayê got hem li Tirkiyeyê hem li Kurdistanê tundiya mêr heye û balkişand ser polîtîkayên şer yên li Kurdistanê. Fatmayê wiha dirêjî dayê: “Dewletê li Kurdistanê zext û zilm zêde kiriye. Bêguman jin ji vê nisîbê xwe digirin. Di alî civakî de xizanî tundyê zêd edike. Bi taybet li hember jinan tundiyê zêd dike. Bêguman sedem ne tenê xiznaiye. Li Tirkiye û Kurdistanê cudahiyê nîşan dide. Li Tirkiyeyê ji ber pergala serdetiya mêr tundiyek li ser jinan heye. Lê li Kurdistanê ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd jî  tundiyek heye. Li ser jinan tundî heye. Em bi polîtîkayên ku tundiyê giran dike re rû bi rû ne.”
 
‘Dema tundî tê gotin divê tenê mirin neyê bîra mirovan’
 
Fatmayê bi lêv kir ku politîka qeyûm a li Kurdistanê pêk tê jî tundiyek li dijî jinan e û wiha daxuyand: “Koperatîfên jinên kurd hatin girtin. Dewlet koperatîfên xwe vedike. Dibistanên perwerda kurdî didan zaorkan hatin girtin. Ev tundiyeke. Dema tundî tê gotin divê tenê mirin neyê bîra mirovan.”
 
‘Tundî li Kurdistanê giran bû’
 
Fatmayê balkişand ser cureyên tundiyê yên li ser jinan û got tundî pir alî tê meşandin û wiha berdewam kir: “Pratîkên ku jinan hepsê malê dike, azad nake, nahêlin jin xwe bidin îfadekirin, di heman demê de tundiye. Li Kurdistanê ev tundî du alî tê meşandin û girantir e. Li Kurdistanê li hember jinan polîtîka tên afirandin. Dixwazin pêşî li jinan bigirin. Di şertên zehmet de têkoşîn û torên piştevaniyê hene. Ev hêviyê didin min.”
 
Fatmayê wiha dawî lê anî: “Li cîhanê hemû jin tên binpêkirin. Tundî lê tên kirin. Patriyarka û serdestiya mêr bi kapîtalîzmê re tên meşandin. Cudahiya li vir, tevgereke azadbûnê ya civakî heye. Xweserbûn, tevgera azadiyê heye. Û ev jî zextê şûnde dixîne. Jin pêşengên vê tevgerê ne. Ev zêdetir tundiyê tîne lê li dijî vê jî têkoşîn heye. Mêr ji pergala bêcezahiştinê fêdeyê digirin. Ev li her derê wisa ye.”