Rojbûna te pîroz be JINNEWS

  • 09:04 25 Îlon 2024
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"JINNEWS bi nêrîna azadiya jinê rojnamegeriyê dike û ji ber vê jî  xebatek girîng dimeşîne. Ji ber vê ye ku ji aliyê kesên têkoşîna demokrasiyê didin, têkoşîna mafê jinan û mafê mirovan didin vê JINNEWS’ê gelek girîng dibînin. Lê ji aliyê dewletê ve jî wek ‘dijmin’ tê dîtin. Ev jî nîşan dide ku JINNEWS karekî girîng dike."
 
Eren Keskîn
 
Li erdnîgariya me jin binpêkirinên herî mezin dijîn û bi taybet jî ji aliyê civakê ve tên binpêkirin. Aliyên herî bi êş ên vê îdeolojiyê jin dijîn.
 
Erdnîgariya me di heman demê de erdnîgariya miriyên jin e. Qirkirinên 1915-1938'an û qirkirin û qetiklirinên din. Di van komkujiyan de gelek jinan jiyana xwe ji dest dan. Dî salên 90’î de binpêkirinên mafan ên mezin hatin jiyîn. Bêguman dîsa yên herî bi bandor bûn jin bûn. Wan deman gund dihatin şewitandin, qetilkirin dihatin jiyîn. Me wekî parêzvanên mafan hewl didan xwe bigihînin gundan. Di heyeta me de her tim hejmara jinan zêde bû.
 
Li Şirnexê komkujî hatibû jiyîn. Serê salên 90’î. Bi heyetek jin re çû Cizirê. Karkerek hat otela Kadioglu ya em lê bûn. Got ‘gundê me şewitandin alîkarî bidin me’. Em hema çûn gundê Şah. Lê em asteng kirin. Nehiştin em bikevin gund, piştre destûr dan. Em çûn gund. Jinek navê wê Bende Ozdemîr bû. Astengdar bû û ji ber nikaribû xwe xilas bike di şewatê de miribû. Du jin li ser serê wê bûn. Serê wê rakirin. Gotin miriyên me jî êdî serî natewînin. Ez vê gotinê tu car ji bîr nakim. Min têkoşîna mafê mirovan wek deynê xwe dît. Em tu car dest ji têkoşîna mafê mirovan bernadin.
 
Yek ji van jinên ku ez deyndarê wê me Gurbetellî Ersoz e. Derhênera Ozgur Gundemê bû. Peywirek mezin dewr girtibû. Rojnamegeriya jinê ji ber vê pir girîng e. 
 
Belê JINNEWS vê pêk tîne. JINNEWS bi nêrîna jinê rojnamegeriya azad dike û ji ber vê jî îmzeyê davêje bin xebatên gelek girîng e. Ji ber vê ye ku ji aliyê kesên têkoşîna demokrasiyê didin, têkoşîna mafê jinan û mafê mirovan didin vê JINNEWS’ê gelek girîng dibînin. Lê ji aliyê dewletê ve jî wek ‘dijmin’ tê dîtin. Ev jî nîşan dide ku JINNEWS karekî girîng dike. Ji ber vê jî divê her kesên bi tevgera rizgariya jinê bawer dikin piştgiriyê bidin.