Jin êdî dîroka jinan dinivîsinê

  • 09:05 25 Îlon 2024
  • Ji Pênûsa Jinan
 
“Mîrateyek ku bedel daye heye. Bifikirin li erdnîgariyeke ku jin tune tên hesibandin, jin îro dîroka jinê dinivîsin.”
 
Reyhan Hacioglu
 
Dîrok, mirovahî û zanistê jî  ku jin tune hesibandine û jiyan ji bo me jinan evqas zehmet derbas dibe. Ji bo em xwe bibînin û gelek destkeftiyên xwe bigirin têkoşînek hat meşandin û bêguman ev têkoşîn têdayîn û didome. 
 
Bi pêşketina teknolojiyê re alavên ragîhandinê hêzek mezin bidetsxistine û ev jî ji bo nîşandana jinê gelek girîng e. Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatan dimeşînin, vegotina jinên Kurd, cih girtina jinên Kurd a di çapemeniyê de wek şoreşekê ye.
 
Ev mîrate bi bedeldayînê, bi keddayînê heye. Bifikirin li erdnîgariyeke ku jin tune dihatin hesibandin îro jin; JIN DÎROKA JINAN DINIVÎSE!
 
Ji vê xweşiktir tiştek din tuneye. Ji bo min ev replîka herî xweş a vî fîlmî ye. Ji ber vê jî mîrateya hatiye hiştin gelek girîng e. Du hefte şûnde şexsê Gurbetellî Ersoz de wê Roja Rojnamegerên Jin a Kurd bê pîrozkirin. 
 
Di vî alî de ez Rojbûna JINNEWS’ê bi nirx dibînim. Başe ku jin hene. Başe ku weşandên jinan yên ku dengê van jinan didin bihistin hene. 
 
Riya we vekirîbe, nûçegîhaniya we dayîm e birêz ekîba JINNEWS’ê!