Ji cîhanê peyam

  • 09:03 25 Îlon 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Ajansa me 7’emîn rojbûna xwe pîroz dike. Ji her çar alî cîhanê peymanên pîrozkirinê hatin parvekirin û hat gotin: “Ez dixwazim ji hemû jin û mêrên cîhanê re behsa xebatên we yên der barê girîngiya wekheviya zayenda civakî, xurktirina jinê bikin. Xebatên we ji bo aştiyê gelek bi nirx in û azadiyê dihewînin.”
 
Me li dijî serdestiya mêr bi înat, bi tecrubeya ku pênûsa jinê, gotina jinê bilind dike, 7 sal berê ajansa xwe ya nûçeyan ava kir. 
 
Me mîrateya hevalên xwe yên jin ên rojnameger girt û ev 7 sal in em heqîqetê diparêzin. Bi hişmendiya jinê ya esasa wê jîneolojî ye, ji bo gotina femînîst belav bibe em bi jinan re dinivîse. Ajansa me 7 saliya xwe pîroz dike û hevkariya enternasyonalîst a têkoşîna azadiya jinê, ji her çar alî bi peyamên şandin piştgiriya xwe anîn ziman.
 
Bal kişand ser jin jiyan azadî
 
Xwediya Nîşana Îmratoriya Brîtanya, parêzvana mafê mirovan  Margaret Owen ji îngîlîstanê bang kir û got: “Ez dixwazim ji hemû jin û mêrên cîhanê re behsa xebatên we yên der barê girîngiya wekheviya zayenda civakî, xurktirina jinê bikim. Di duyemîn salvegera qetilkirina Jînayê de bi we re diaxivim. Hemû cîhanê qetilkirina wê proteto kir. Bi Jin Jiyan Azadî bang kirin. Ev dirûşme li Kurdistanê vejiya. Ev dirûşme ji aliyê Rêberê Gelê Kurde Abdullah Ocalan ve hat derxistin.”
 
Margaret her wiha da zanîn ku JINNEWS’ê dengê hemû jinên cîhanê daye bihîstin û wiha domand: “Jin bi hişmendiya tevgera jinên Kurd xurt bûn. Cîhanê qetilkirina Mahsayê protesto dikir, li Silêmaniyê nivîskar akademîsyen Nagîhan Akarsel hat qetilkirin. Tevî hemû êrîşan ez xebatê we pîroz dikim. Ji we re serkeftin.”
 
‘Bi saya me we bûyer baş fêm kirin’
 
Ji Delegasyona Tecrîda Navneteweyî Parêzer Eva Schonveld jî ji Îskoçyayê nêrînên xwe anîn ziman û got: “Ez ji Îskoçyayê bang  dikim. Ez bi wesîleya salvegera JINNEWS’ê we pîroz dikim. Ez ji bo xebatkarên vê saziyê ku ji bo dengê jinan derxînin pêş dixebitin, bi wesîleya damezrandinê spasiyên xwe dikim. Bi saya we me bûyer baş fêm kirin. Ji îskoçyeyê hezkirinên xwe dişînim. Pîroz be salvgera we.”
 
‘Ez rêzdariya xwe pêşkêşî nivîskarên jin dikim’
 
Ji Komeleya Newroz a Lubnanê, Hanan Osman jî ji bo hemû kedkarên ajansê spasiyên xwe pêşkêş kir û wiha got: “Ji bo hemû kadroya edîtor a JINNEWS’ê bi wesîleya salvegera damezrandina we spasiyên we dikim, kefxweşiya xwe tînim ziman. Baweriya min heye ku hûn vê keda xwe ya didin jinan û serkeftina we wê bidome. Xebatên wek, azadî û nirxan dihewîne. Ez rêzdariya xwe pêşkêşî nivîskarên jin dikim Ji bo we hemûyan spas dikim. Salvegera we pîroz be.”
 
‘Xwedî cihekî girîng e’
 
Endama Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Sarah Glynn jî rojbûna JINNEWS’ê bi Kurdî pîroz kir û got: “Rojbûna we pîroz be JINNEWS. Ajansa we parçeyek girîng ya tevgera jinên Kurd e.  Xwedî cihekî girîng e. Xebatên xwe yên xweş bidomînin. Bi hêviya salên xweş JINNEWS.”
 
‘Bi saya xebatên we jinên wêrek nas dikim’
 
Sekretera Giştî ya BASTA Swîsreyê (Basels Starke Alternative) Franziska Stier,  diyar kir ku ew di heman demê de wek rojnamegerekê nirxên xebatê we dizane û got: “Hevalno, salvegera we ji dil pîroz dikim. Bi saya we min jinên wêrek nas kir. Xebatên xwe bidomînin. Em van xebat û serkeftinan pîroz bikin. Her bijî JINNEWS. Her bijî hemû jin û rojnamegerên jêhatî.”