Di Nobeta Edaletê de peyama piştevaniyê 2024-01-23 16:20:51     WAN - Nobeda Edaletê ya ku li Wanê ket roja 50'î, bi serdan, çepik û dirûşman dewam kir, peyama "Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin" careke din hat dayîn.   Nobeda Edaletê ya ku li Wanê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Mehkûm re (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan hat destpêkirin, di roja 50'î de berdewam kir. DBP'a Wanê, rêveberên DEM Partiyê yên Şax, Mîksê û gelek kes hatin serdana nobetê.    Di çalakiya Nobeta Edaletê de peyama piştevaniyê hat dayin û hat xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.    Çalakiya nobetê bi dirûşma “Bijî Berxwedana zindanan” dewam kir.