Li Mereşê jinek hat qetilkirin

  • 20:27 24 Îlon 2024
  • Rojane
MEREŞ - Li Mereşê jina bi navê Yaren Kuçuk ji aliyê mêrê bi navê Yusuf Bektaş ve hat qetilkirin.
 
Li navçeya Elbîstan a Mereşê mêrê bi navê Yusuf Bektaş, jina bi navê Yaren Kuçuk bi çekê qetil kir. Gumanbar piştî Yaren qetil kir, întîxar kir.
 
Ekîbên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Yaren û gumanbar Yusuf Bektaş jiyana xwe ji dest dane.