Parvekirênên derbarê Pinar Gultekîn de serlêdana sûc

  • 14:35 22 Çile 2024
  • Hiqûq
 
MUGLA - Piştî hin parvekirinên li ser medyaya dîjîtal ên derbarê Pinar Gultekin a hatî qetilkirin de, parêzerê malbatê Rezan Epozdemir daxuyanî da û got ku ew ê bikevin nava liv û tevgerê.
 
Piştî parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên derbarê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a ku li Mûglayê ji aliyê Cemal Metîn Avcî ve hat qetilkirin, parêzerê malbatê Rezan Epozdemir daxuyanî da û diyar kir ku dê serlêdana sûc bikin.
 
Parêze Rezan Epozdemir li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got: “Me hinek hesabên ku bi awayekî rêxistinkirî derbarê Pinar Gultekîn a bi saxî hat şewitandin ne li gorî wijdanê mirovahiyê û vê qetilkirinê rewa dike eşkere kir. Em ê tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigirin da ku kesên ku van postan parve dikin wekî mînak werin cezakirin.”