Parvekirênên derbarê Pinar Gultekîn de serlêdana sûc 2024-01-22 14:35:17     MUGLA - Piştî hin parvekirinên li ser medyaya dîjîtal ên derbarê Pinar Gultekin a hatî qetilkirin de, parêzerê malbatê Rezan Epozdemir daxuyanî da û got ku ew ê bikevin nava liv û tevgerê.   Piştî parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên derbarê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a ku li Mûglayê ji aliyê Cemal Metîn Avcî ve hat qetilkirin, parêzerê malbatê Rezan Epozdemir daxuyanî da û diyar kir ku dê serlêdana sûc bikin.   Parêze Rezan Epozdemir li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got: “Me hinek hesabên ku bi awayekî rêxistinkirî derbarê Pinar Gultekîn a bi saxî hat şewitandin ne li gorî wijdanê mirovahiyê û vê qetilkirinê rewa dike eşkere kir. Em ê tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigirin da ku kesên ku van postan parve dikin wekî mînak werin cezakirin.”