Li Şehbayê karnameyên werza yekem hatin dayin

  • 14:12 21 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şehbayê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê ruxmî dorpêç û êrişan, li 14 hezar 157 xwendekarên Efrîn û Şehbayê karnameyên weza yekem belav kirin.
 
Li Şehbayê ruxmî dorpêçê û êrişên dewleta tirk xwendekarên Efrîn û Şehbayê ezmûnên werza yekem bi dawî kirin û îro jî karnameyên xwe yên werza yekem wergirtin.
 
Karname li 63 dibistanên Şehbayê hate belavkirin, wê hefteyekê betlaneyê bikin dûre werza duyem dest pê dike.