Li Şehbayê karnameyên werza yekem hatin dayin 2024-01-21 14:12:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şehbayê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê ruxmî dorpêç û êrişan, li 14 hezar 157 xwendekarên Efrîn û Şehbayê karnameyên weza yekem belav kirin.   Li Şehbayê ruxmî dorpêçê û êrişên dewleta tirk xwendekarên Efrîn û Şehbayê ezmûnên werza yekem bi dawî kirin û îro jî karnameyên xwe yên werza yekem wergirtin.   Karname li 63 dibistanên Şehbayê hate belavkirin, wê hefteyekê betlaneyê bikin dûre werza duyem dest pê dike.