Ji bo şehîdên Parîsê li Stockholmê bîranîn

  • 14:37 24 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ku li Parîsê hatin qetilkirin, li Stockholmê hatin bîranîn.
 
Beriya 11 salan roja 9’ê Çileyê ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin. 23’ê Kanûna 2022’an li heman bajarî Emîne Kara, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer hatin qetilkirin. Ji bo bîranîna van şehîdan li paytexta Swêd Stockholmê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
 
Merasîma bîranînê li ser banga Meclîsa Jinan a Amarayê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî bîranînê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinên Şukran Amed û Latîf Cebe dewam kir.
 
Axaftvanan diyar kir ku şehîd hemû Kurdan tînin ba hev û ruhê yekîtiyê ava dikin û banga xwedîderketina li şehîdan hate kirin. Hate destnîşankirin ku bêdengiya hikûmeta Fransayê ya li hemberî komkujiyan jî nayê qebûlkirin.
 
Piştre aktîvîsta Swêdî Stîna Beng jî şehîdên Parîsê bi bîr anî û strana xwe ya “Hevala Sara” ku ji bo Sakîne Cansiz (Sara) çêkiriye, got.
 
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî Nûpel Mûnzûr jî axivî û soz da ku ew ê xwedî li nirxên şehîdan derkevin.
 
Merasîma bîranînê bi muzîka Evîn Akbaş bi dawî bû.