Dema cîhan bêdeng ma gel gav bi gav ber bi Îmraliyê ve meşiya

  • 09:04 24 Kanûn 2023
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Îsal jî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku aktorê sereke yê çareseriya pirgsirêka kurd e, agahî nehat girtin û daxwaza "Tecrîdê rabikin" ji aliyê gelan û di qada navneteweyî de veguherî daxwaza "Demildest azadiya fîzîkî pêk bînin".
 
Sal diqede û ev 33 meh jortir e tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîda giran ya li Îraliyê li ser hemû gelan û her wiha li girtîgehan wek pergalekê pêk tê. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê li her derê cîhanê çalakî û bername pêk hatin. Ligel Tirkiye û Kurdistanê li welat û herêmên cuda yên Ewropayê dengê "Ji bo çareseriya pirsgisrêka Kurd ji Ocalan re azadî", "Ji bo aştiya Rojhilata Navîn azadiya fîzîkî" hat bihistin.
 
Em li çalakî û bernameyên lingê Ewropayê dinêrin di 2023’yan de cîhan li dijî îşkenca tecrîdê ya li dijî mafê mirovane hişyar bû û ket tevgerê û hîna jî di tevgerê de ye. Tevî hemû polîtîkayan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan îsal jî rojeva esas ya gelan bû û di rojeva siyasetê de cihê xwe girt. Heta tecrîd bişkê wê çalakî û kampanya bidomin. Lig elek navendên cîhanêji serê salê heta niha çalakî bi girseyî hatin meşandin.
 
Ji aliyekî heta aliyê din çalakiyên tecrîdê
 
23’yê Çile de li ber avahiya Parlamentoya Konseya Ewropa (AK) ya Strasbourg a Fransayê konê nobetê hat destpêkirin. Di çalakiya li dijî tecrîdê hat destpêkirin û du rojan berdewam kir de bi hezaran kes tevli bûn. Di 25’ê Çile de endamên Delgasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ku ji 7 welatan û 36 kesî pêk dihat navbera 25-27’ê Çile de li Amed, Stenbol û Enqereyê serdan pêk anîn û 28’ê Çile de li Otela Hîll a Taksîmê forumek pêk anîn û peyama bidawîkirina tecrîdê dan.
 
Jin li dijî tecrîdê di eniya pêş de bûn
 
Di 1’ê Sibatê de Delegasyona Jinan a Navneteweyî li dijî tecrîda giran çû serdana Konseya Ewropayê û xwestin di mijara mafê qanûnî yên ji bo Abdullah Ocalan de zextan li Tirkiyeyê bikin. Di 16’ê Sibatê de li Parlamentoya Ewropayê civînek pêk hat û ciwanan di civînê de dosyayek pêşkêşî serokê Parlamentoya Ewropayê kirin.
 
Bêdengiya saziyên navneteweyî û CPT
 
Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropayê (CPT) di 30’ê Adarê de rapora sala 1’ê Çile-31’ê Kanûna 2022’yan aşkera kir û yek agahiyek der barê Îmraliyê de parve nekir. CPT di raporê de got di bin sernavê serdanên Ad Hoc de di îlon a2022’an de çûne Îmraliyê û yek gotinek der barê tecrîdê de negotin. CPT di 12’yê nîsanê de got rapor dane merciyên Tirk. Bêdengiya CPT û saziyên navneteweyî di her derfetê de hat şermezarkirin. Di 16’ê Tebaxê de  bi banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Nav-Berlîn (Meclîsa Kurdên azad) li Almanya û Avusturyayê protesto pêk hatin.
 
Bi mîlyonan îmzeyî serî li CPT dan
 
Ligel çalakiyên şermezarkirin ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê Tebaxê de  2 mîlyon û 646 hezar û 211 îmze teslîmê CPT hat kirin. Înîsiyatîfa Azadiya Ji bo Abdullah Ocalan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema îmze teslîm kirin hevdîtinek jî kir.
 
Di meha îlonê de agirê tecrîdê pêl bi pêl belav bû
 
Di meha îlona 2023’yan de  bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî li dijî tecrîdê agirê hat pêxistin pêl bi pêl belav bû. di 2’yê îlonê de bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşmeyên "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" meş û mîtîng pêk hatin. Meşa di îlonê de hat destpêkirin li 74 welatan bi dor pêk hat. Lingê ewil yê çalakiya ku banga wê di 28’ê Îlonê de hat kirin û 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin bi çalakiya nobeta li ber Konseya Ewropayê dest pê kir.
 
74 welat hîna li ser piyane
 
Çalakiya di 10’ê Cotmehê de li dijî komployê li 74 welatî hat destpêkirin îro ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hîna didome. Ji bo daxuyaniyan sedema 74 navendan tercîhkirin, temenê Abdullah Ocalan sembolize dikir. Ev pêngava ku li dijî bêdengiya navneteweyî û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat destpêkirin, li kolanan û her derê bi çalakiyan hat meşandin. Her roj welat û kesên cuda tevli vê kampanyayê bûn û kampanya her diçe berfireh dibe. Kampanya derket derveyê Ewropayê û di 16’ê  Cotmehê de rêxistinên Tamîl yên Hîndîstanê pişrgirî dan kampanyayê û gotin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Ligel vê Avustralya û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevli pêngavê bûn. Yanî pêl li 74 navendan sînor nema û li her derê cîhanê belav bû.
 
Pirsgirêk û çareserî navneteweyî ye
 
Pêngava di 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin û li 74 navendên Ewropayê pêk hat, belavê welatên din jî bû. Li Bangladeş, Pakîstan, Tokyo, Hîndîstan, Kenya, başûrê Afrîkayê, Latîn Amerîka û dehan navendên din bi awayekî hevdem daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Abdullah Ocalan lîderê siyasî yê kurd e ku ji aliyê mîlyonan ve tê qebûlkirin. Tevgera ku Abdullah Ocalan avakiriye û mirovên jê îlhamê digirin, di têkoşîna tayînkirina qedera xwe de û di tevgerên demokrasiyê yê pir olî û pir bawerî ya Rojhilata Navîn de di eniya pêş de cih digirin. Teorî û paradîgma Abdullah Ocalan îlhamê dide kesên ku têdikoşin. Kampanya navneteweyî ji ber pirsgirêka Kurd navneteweyî ye. Çarçoveya çareseriya siyasî ya Abdullah Ocalan tîne dikare dawî li zilm û şerê hemû welatan bîne.”
 
Xitimandina CPT
 
Hevkariya veşarî ya di nokteya bêdengî û navneteweyîbûyna komployêde, gelan digerîne dîsa dibe saziyên navneteweyî. Saziyên ku xwedî rayene ku ceza bidin Tirkiyeyê û mudaxîl bibin, peywira xwe neanîn cih û vê rê li ber bertekan vekir. Trafîka dîplomasiya ji bo çareseriya demokratîk meşandin. Lê der barê rapora CPT de, heyeta têkiliyên derve ya Partiya DEM di 11’ê Cotmehê de bi CPT re hevdît kir û bersiva "Der barê aşkerakirina raporê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve em bersivek erênî nagirin" girt.
 
Tevgerên meşe di mijdarê de jî meşiyan
 
Di meha mijdarê de jî bi awayekî hevdem çalakî û meş pêk hatin. di 19’ê Mijdarê de li bajarê Bordeaux a Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meş pêk hat. Bi sedan Kurd û dostên kurdan yên li qada Place de la Bourse hatin gel hev der barê tecrîda 24 salan de belavokên fransî belav kir. Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ya Bordeaux û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyanî dan.  Di 23’yê Mijdarê de bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Firansayê (TJK-F) çalakî pêk hat. Ligel vê li Cenevreyê çalakiya runiştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk hat.
 
Cîhan wî dixwîne
 
Li dijî tecrîdê û bi taybet jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li her çar alî cîhanê di çalakiyên pêk hatin de peyama wê ev pêngav bidomin hatin dayîn. Di 9’ê Kanûnê de  bi "Çalakiya xwendina pirtûkên Serokatiyê" ya hat desptêkirin jî ev derket holê.
 
Li bajarê Cenevre ya Swîsreyê bi dirûşmeya "Fikrên zindan hilweşandin-fikr nikarin bên hepskirin" rojên xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin. Di venasîna pirtûkan de her wiha gotûbêj jî pêk hatin. Aktîvîsta Tora Serhildan Danîel Traub di vê bernameyê de axivî û got: “Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin.”  Bi vê peyama xwe balkişandibû ser armanca hemû kampanyayên ku îsal hatibûn meşandin.