Girtiya nexweş Sudan Guven name şand

  • 09:03 24 Kanûn 2023
  • Rojane
AMED – Girtiya nexweş Sudan Guven a tê gumankirin ku bi nexweşiya pençeşêrê ye û tehliyeya wê 3 caran hatiye astengkirin bi nameya ji malbata xwe re şand derbarê pirsgirêka xwe ya tendirustiyê de wiha got:"Ev 7-8 mehên dawî ne ev pirsgirêka min heye. Ne gotin pençeşêr e ne jî dibêjin ne pençeşêr e. Lê belê êşa min nesekinî, dewam kir. Di 4 aliyên cuda yên sînga min de birîn hebûn. Teşhîsa ewil min danî û bijîşk jî gotina min erê kir."
 
Tevî ku cezayê girtiya nexweş Sudan Guven a di Girtîgeha Tîpa L a Alanyaya Antalyayê tê girtin qediyaye tehliyeya wê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê 3 caran hat taloqkirin. Her wiha gumana nexweşiya pençeşêrê jî bi Sudanê re heye. Ev ji 10 rojan zêdetir e Sudanê tedawiya dermanê kortizonê dibîne. Rewşa wê jî her diçe xerab dibe. Sudanê bi nameya ji malbata xwe re şand bal kişand ser pêvajoya xwe ya zehmet. 
 
Temamiya nameyê wiha ye:
 
"Em dizanin ka vê sala dawiyê di jiyana meya hestiyariyê de bandoreke çawa çêkiriye. Ez xwe jî daxilî vê yekê dikim û dikarim diyar bikim ku vê pêvajoyê em kişandin nava hestiyariyeke mezin û hîn jî dikişîne nava vê hestiyariyê. Ez bawer im ji vê yekê re dibêjin xwezaya mirovan. Belkî di nava vê atmosferê de ez pirsgirêkê pir zêde nikarim rave bikim. 
 
Ev 7-8 salên dawî ye ev pirsgirêka min heye
 
Wekî hûn dizanin jixwe ev demeke dirêj e pirsgirêka min a tendirustiyê heye. Lê ne di vê astê de bû. Ev 7-8 meh in ev pirsgirêka min heye. Min dixwest berê jî ji we re bêjim. Çimkî min dizanîbû hûn ê xemgîn bibin û ji xwe re bikin derd. Min digot bila encam teqez bibe ez wiha parve bikim. Lê belê dem dirêj bû û min jî ji demê re hişt. Ez dikarim bêjim pêvajoyê hinekî wiha dest pê kir. 
 
Êşa min derbas nebû
 
Berê muayeneya cerrahê giştî piştre mamografî, ultrasyon, MR û piştre dîsa ultrasyon, her tim nediyariyek hebû. Yanî ne gotin pençeşêr e ne jî gotin ne pençeşêr e. Di vê navberê de min carinan antîbîyotîk jî bi kar dianî. Lê belê êşa min derbas nebû û dewam kir. Herî dawî dema çûm cerrahê giştî min sewqî cerrahê onkolog kir. Ez di 20'ê Cotmehê de çûm, hem muayene kirin hem jî biyopsî kirin. Piştî biyopsî kirin 46 roj şûnde min dîsa birin nexweşxaneyê û li wir wiha gotin: 'Pir dişibe pençeşêrê'. Lê belê ji ber tam diyar nebû dest bi tedawiya kortîzonê ya 6 hefteyan kirin. 
 
Li 4 aliyên cuda yên sînga min birîn hene
 
Wê di vê demê de heftane bê şopandin, gelo bê ka pêş dikeve yan bi paş dikeve. Ger pêş biçe wê dîsa biyopsî bê kirin. (Hefteya borî dîsa ji Sudanê hat gotin divê biyopsi bê kirin." Ger vekêşe wê rêbazên cuda yên tedawiyê bên ceribandin. Ji ber teşhîsa ewil tam zelal nebûn: 'Enfeksiyona bin dokuya nerm'. Û enfeksiyona dokuyê piştî demekê teqiya. Loma niha li 4 aliyên cuda yên sînga min birîn hene, îltihap diherike. Bijîşkan gotin ji ber diherike ev baş e. Ev hefteyeke min dest pê kir. Ez tevî vêya parêzê jî dikim. Ji ber dermanan. Di vê mijarê de hevalên li vir jî pir alîkariya min dikin. Min meraq nekin. Rewşa min û moralê min baş e. Ez jî tenê we difikirim ez dixwazim hûn vê yekê jî zanibin....Slav û hezkirin...
 
Teşhîsa ewil min danî û bijîşk ev yek erê kir
 
Wek tê zanîn sedema sereke ya nexweşiyên bi vî rengî xemgînî, stres û nebaşbûna moral e. Di demên dawî de ev yek têra xwe em jiyan. Ev giş li aliyekî hîn ez li derve bûm ez bûm şahida çîroka jinên li dijî pirsgirêkên wiha têdikoşin. Vê rewşê hîn wê çaxê hêz da min. Yanî ez xwe û bedena xwe nas dikim. Teşhîsa ewil min danî û bijîşk ev yek erê kir. Dema mirov xwe nas bike dikare hêz û şifayê jî bide xwe. Bila çavên we li dû nemîne. Hevalên li vir bi baldarî nêz dibin û bi awayekî cuda bi min eleqedar dibin. Heta ez carinan dixeyidim. Ez dibêjim 'Min rehet berdin'. Pansûma cihê birîna ku her roj diherike ez bi xwe dikim. Wekî min got, niha tiştekî ez bikim tune ye. Em binêrin bê ka wê piştî tedawiya dermanan çi bibe. Ez hêvî dikim hinek be jî ev nexweşî ji ser min çûbe. Carinan mirov dikeve wê gumanê ku xwe rave bike. Ez bawer im niha ez jî bi wê derûniyê tev digerim. Ez sersala we jî pîroz dikim. Ez hêvî dikim di sala nû de hemû êş bi dawî bibin...Silav û hezkirin...
 
Sudan Guven kî ye?
 
Sudan Guven di 2009'an de li Bismila Amedê bi serdegirtina mala xwe hat binçavkirin. Sudanê di BDP'ê de faliyetên siyasî dida meşandin. Ji ber xebatên xwe hat girtin. Sudanê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê hat darizandin. Bi îddiayên mîna "endamtiya rêxistinê" 15 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Sudanê dema înfazê ya 11 sal 5 meh û 23 rojî temam kir. Lê belê tevî tehliyeya wê hindik mabû jî ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve bi hinceta "Halê ne baş" tehliyeya wê hat astengkirin. 3 caran tehliyeya wê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve hat astengkirin. 
 
Wê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ji bo Sudana ku gumana pençeşêrê pê re heye di 31'ê Çileyê de nirxandinê bike.